HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
Vegere lêgerînê

-a

Hevok CEFR C2

Pênase

  1. Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
  2. Dikeve dû hin peyvan û maneya "wê..., ya ku" didiyê.
  3. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ye dema peyv serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên).
  4. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ya dikeve pey cînavên diyarker dema ew li pêş peyvên pirrjimar yên tewandî bin.
  5. Di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev".
  6. Paşgirek e hin peyvên nû pê hatine çêkirin ku maneya "ya / yê (pirr baş) tiştekî dizane" dide.
  7. Pê hin navên jinan ji yên zelaman tên çêkirin.

Hevwate

39 more languages

Mînak

“keça wê, jina Elî, pirtûka kevn, guleka sor, dareka stûr”
“cara, dema, bîska, gava, kêlîka, sala, wexta”
“Dema ez şiyar bûm, ew hinda bûbû”
“Du pirtûka bîne lê pênûsa li wir bihêle.”
“eva sêva”
“va sêva”
“ewa xoxa”
“wa xoxa”
“Ev pirtûka xweş e”
“Ev pirtûke xweş e / Ev pirtûka han xweş e / Ev pirtûka ha xweş e / Ev pirtûka he xweş e / Ev pirtûka hanê xweş e / Ev pirtûka henê xweş e.”
“beza, fehma, xwenda, zana,...”
“Fehîm → Fehîma, Hisên → Hisna, Kerîm → Kerîma û hwd”

Asta CEFR

C2
Serwerî
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR C2 ye — asta serwerî.
See all C2 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de -a bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free