HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
Vegere lêgerînê

troyka

Navdêr CEFR B1

Pênase

Erebaneya sêhespî; taxoka ji aliyê sê hespan tê kişandin.

Hevwate

24 more languages

Mînak

“Troyka li Rûsyayê cureyeke erebeya bi teker, an jî taxokê ye, ku ji aliya sê hespan ve tê kişandin û tê wateya Sêyane. Di serdema kevin de li Rûsyayê ajotina Troykayê weke diyardeya torîniyê dihat jimartin û tenê malbatên zadegan dikaribûn wan erebeyan bikar bînin. Lê, ji bo vegihastina postya dewletê û dabînkirina agahiyên lezgîn di navbeyna paytext û herêmên din ên Rûsyayê de jî, erebeyên Troyka bi berfirehî dihatin bikaranîn. Erebeya troyka ji bo ajotina bi lez bo riyên dûr hatiye dîzaynkirin û li gorî dema xwe, gihîştiye leza herî bilind. Û girêdana hespan bi taxok, an jî bi erebeyan, bi şêwaza troyka jî pir sivik û sade ye. Troykaya Rûsî di sedsala 19an de li Ewropayê gelek bi navûdeng bûye û beşdarî di gelek pêşangehên navneteweyî de kiriye. Di nava demê de, bi pêşveçûna teknolojiyê ve, Troyka bi tunebûnê re rûbirû dimîne. Lê bi saya Mûzeya `Troykaya Rûsî` ew nêrît vedigere li jiyanê. Li vê Mûzeyê ji bo erebeyên Troyka hespên taybet - hespên Orlov têne perwerdekirin û hemû dîrok û nêrîtên troikayê tê de têne pêşandan.”

Asta CEFR

B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
See all B1 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de troyka bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free