Wateya çûr | Babel Free
ˈt͡ʃuːɾHevwate
Mînak
“Bizina çûr wenda bûye”
“Li Cizîrê peyva çûrê ji bo ku navên nexweşên albînoyî hildin dihê bikaranîn.. ji ber senteznebûna pîgmenta melanînê rû dide ev nexweşîn û cermê kesên ku bi vê nexweşiyê ketîne xwerû spî ye û çavên van kesan jî baş nafitrînin.. fitrîn jî ez ...dibê'm qey peyvekî xweserî Cizîrê ye dihê wateya dîtina çavan lê bi gelemperî ji bo forma neyênî dihê bikar anîn.. ji bo nimune kurê min ka xêra xwe vê nameyê ji min re bixwîne çavên min baş nafitrîne.”
“Li ba me "çwîr" heye (bi kurmanciya giştî dibe "çûr" wek bwîk > bûk, dwîr > dûr). Maneya sîs, bi temamî spî dide. Bi tirkî bembeyaz, îngilîzî snowwhite.”
“Çûr: zer ve, zerik (reng) Çîl: Spî”
“Çûr wek Hozanê Bengî nivîsiye ji bo mirovê reng zerik tê bikar anîn. Le çîr a Pirsa Gundê Qaşan pirsiyê bawer dikim tiştek din e. Li cem me jî du cûre kew heye, ji bêşa yekê re dibêjin kewê gozel: ev cûreya han ling û nîkil sor e, û di dora stûyan wan de xelekên sor heye. Ên din re jî dibêjin kewê cûre, ev cûr zêde xelekên sor wan de nîne û kes qîmetê nade van. Dibe ku ev be.”
Asta CEFR
C2
Serwerî
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR C2 ye — asta serwerî.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR C2 ye — asta serwerî.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free