HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya sersal | Babel Free

Navdêr CEFR B1
sɛɾˈsɑːl

Pênase

Destpêka saleke nû, cejna pîrozkirina hatina saleke nû.

Mînak

“Memduh Selîm Beg û heval, dost û nasên wî li mala bavê Ferîhayê, li mala xwezûrê xwe yê pêşeroje rûniştine û sersala nû û nîşana Memduh Selîm Begê pîroz dikin. Maseyeke pir dirêj û li dora wê jî merivên rûken. Bi tirkî û kurdî mûsîka welêt. Çend dengbêj û sazbend. Her texlît xwarin û vexwarin. Bêgûman, araq jî.”
“Em dikarin bêjin di nav kurdan de bêhtir ciwan vê sersalê pîroz dikin. … Zarok û ciwan xwe dixin şiklên cur bi cur, ruyên xwe boyax dikin an jî tenî di rûyê xwe didin û di nav gundan de mal bi mal digerin ji bo şêniyên malê ji bo sala nû temeniyên xweş û baş dikin. Piraniya temeniyên zarok û ciwanên ku diçin ber deriyê malê li gor rewşa wê malê diguherin. Mînak, eger di wê malê de bûkek nû hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê kurek bide bûka malê” an jî keçek ezeb hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê qismetek baş bide keça malê”. Xwediyên malê jî çi li ber destên wan hebin didin zarok û ciwanan. Exleb xwarin û fêkiyên hişkirî wek gûz, mewij, sêvên hişkkirî, tûyên hişkirî… Hin caranpere û noqilan didin.”
“Da'im li wê qala dil e Newroz û sersala dil e Weqtê hilêtin ew sirac”

Asta CEFR

B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
See all B1 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de sersal bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free