Wateya pejirandin | Babel Free
Pênase
- bi tiştekê/î razî bûn
- tişta/ê tê pêşkêşkirin wergirtin
- bersiva erênî anku pozîtîv dan vexwendinekê anku dawetekê yan sparîşekê anku teklîfekê
- destûr dan anku rê dan tiştekê/î bêyî ku dijî wê / wî derkeve
- bawer kirin
- bi gotin yan bi dengdanê yan bi îmzayê gotin "baş e"
- berpirsiyarî girtin ser milên xwe
- xebitandin
- destûr dan anku rê dan ku kesek beşdar bibe
Mînak
“Divê em bipejirînin ku zimanê kurdî giringtirîn nîşana kurdbûnê ye.”
“Wî diyariya min nepejirand.”
“Wan nepejirand ku ez biçim.”
“Ew hebûna Xwedê dipejirîne.”
“Perlemanê qanûnek nû pejirand.”
“Makîneya nû karteyên kevn napejirîne.”
“Gelo ewropî dê bipejirînin ku Tirkiye bibe endamek Yeketiya Ewropayê?”
Asta CEFR
B2
Navîna jorîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
Herwiha binêre
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free