Wateya kirin | Babel Free
kɪˈɾɪnPênase
- bi cih anîn, pêk anîn, encam dan
- bi paredanê wergirtin, bi diravdanê bi dest xistin, bi pere standin
- forma pirjimar ya dema borî ya sade ya lêkera kirîn: Min çend sêv kirîn.
- niyet hebûn, li ber bûn, biniyet bûn, hewl dan, armanc bûn
- nêzîk bûn, kêm man ku tiştek biqewime
- lîstin, pê ve mijûl bûn
- zewicîn, mêr kirin, şû kirin, jin anîn, wek hevser qebûl kirin
- gan kirin, seks kirin
- xwestin
- wek lêkereke sivik bo çêkirina lêkerên nû ji navdêr û rengdêran
Mînak
“Tu çi dikî?”
“Bikin! – Neke! – Meke!”
“Min hemû ev kar kiriye.”
“Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher Lê ji xûnê bike perhîz ku şehîdan çi hisab”
“Min dikir bipirsim lê ez newêriyam.”
“Ji qehran dike xwe bikuje.”
“Ez futbolê dikim.”
“Ez bêmêr bimirim jî, ez te nakim.”
“Kir ku ji avê derbas bibe.”
“qebûl kirin, razî kirin, xwedî kirin, dest pê kirin”
“mezin kirin, xurt kirin, bihêz kirin, perîşan kirin”
“Te tirimpêla xwe bi çendê kiriye?”
“Min xaniyek bi 150 000 euroyan kirî.”
“Fe-bihe l-'enberu fa'ih we-bihe l-misku 'ebîq«Çi bi kuştin çi bi hiştin tu ko ferman bikirîEz bi hukmê te xweş im »Ehmedu 'ebdun we-reqîq”
Asta CEFR
B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Herwiha binêre
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free