HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya hêlîlar | Babel Free

Navdêr CEFR B1

Pênase

Hevêrkeya ekwatorê bi 360 dereceyan tê xet kirin. Di her dereceyekê re xêzikeke ku ji cemserekê digihêje cemsera din tê kişandin. Ji van xêzikên ku her du cemseran pev girêdidin re merîdyen-hêlîlar tê gotin. Hemû merîdyen li cemseran digihêjin ser hev, hevdu dibirin. Paralel hevêrke, lê merîdyen nîvhevêrke ye. Ji ber vê yekê hejmara merîdyenan du qatî paralelan, 360 in. Merîdyena destpêkê (sifir-0), di ser dîdegaha (rasathane) Greenwich’ê (li Londonê ye) re derbas dibe. Ev, ne hilbijartineke xwezayî ye. Berî vê hilbajirtinê, her welatekî merîdyena ku di payîtextê wê re derbas dibe wek merîdyena destpêkê dipejirand. Ev rewş, jibo seeta navnetewî dibû sedemê tevliheviyê. Jibo vê tevliheviyê ji holê rakin, komcivîneke navnetewî hate sazkirin. Di vê komcivînê de sazûmana paralel û merîdyenan ya ku pisporên îngîlîz amade kiribûn hate hilbijartin. Di sazûmana ku wan amade kiribûn merîdyena destpêkê di Londonê re derbas dibû. Ji merîdyena destpêkê ber bi rojava 180 û ber bi rojhilat 180 merîdyen hene. Ji yên li rojava re merîdyenên rojava û ji yên li rojhilat re merîdyenên rojhilatgotin. Merîdyena 180 dereceyî li hemberî merîdyena sifirê ye, her du nîvhevêrke bi hev re hevêrkeyekê çêdikin û ev hevêrke dinyayê wek nîvkada rojava û rojhilat bir dike

Asta CEFR

B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
See all B1 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de hêlîlar bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free