HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya şûrê Demokles | Babel Free

Hevok CEFR B2
ʃuːˈɾeː dɛmoːkˈlɛs

Pênase

Aluzyonek e û tê wê wateyê ku kesên ku pirr hêz û desthilat heye di heman demê de di xeter û talûkeyên mezin de ne jî.

Mînak

Her çiqas sifetê fermî yê Y. Buyukanıt serokê erkana giştî be jî, bi rastî ew serokê Partîya Hêzên Çekdarên Tirk e. Ev partî seranserî dewra komarê bûye hevparê dîyar an veşartî yê desthilatîyê, an jî li ser serê îqtidarên sîyasî bûye ‘Şûrê Demokles’. Ya duyem, li dijî vê axaftinê tu reaksîyonên girîng çênebûne. Ne ji ewên ko tepûrep dibêjin, ‘Kurd çi dixwazin’, ne jî ji ewên ko dibêjin, ‘Pirsgirêka Kurd heye’. Rastîya ko li Tirkîyê leşkerek dikane gefên wisa toqbar (bi dehşet) û zalimane bixwe, ji bo raya giştî ya Tirk a pêşverû, wekhevîxwaz û azadîxwaz cîhê xemê ye, û dijwarîya karê kesên ko li ‘çareserîya bê tundûtûjî’ digerin xuya dike. Ya sêyem, tu têkilîya armancên dîyarkirî bi ‘têkoşîna li dijî terorê’ tuneye, ji dewsa wê hatiye armanckirin ko rasteqînîya netew û dewleta gelekî ji navê bê rakirin, anku tê îtirafkirin ko bi tevahîya wateyê ‘terorîzm’ tê kirin.”

Asta CEFR

B2
Navîna jorîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
See all B2 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de şûrê Demokles bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free