HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Back to search

Meaning of rabûn | Babel Free

Verb CEFR B1
rɑːˈbuːn

Definitions

  1. Ji ser piştê yan qalçeyan bilind bûn ser piyan anku lingan.
  2. Bilindtir bûn.
  3. Zêdetir bûn, girantir bûn.
  4. Werimîn, perçivîn, pif bûn.
  5. Dil hatin nêzî rewşa hilavêtinê anku veresînê.
  6. ser hildan, hilperîn.
  7. Rep bûn, req bûn.
  8. Mezin bûn, perwerde bûn.
  9. Şiyar bûn, ji nav nivînan derketin.
  10. Piştî mirinê dîsan dest bi jînê kirin.
  11. neman li ser desthilatê, îşê xwe bicih hêlan
  12. pak bûn, saxlem bûn, ji tengasiyê derketin firaqetiyê.
  13. harbûn, ji destdana aramiya xwe, esebî

Examples

“Dema min dengê wî bihîst, zû ji nav nivînan rabûm.”
“Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest Ew lebşeker wa hate der rabû ji ber tayên di ber Xalên di qer zulf çûne ser eslan seher lê bûn fereq”
“Ava çemî ji ber baranê rabû.”
“Bihayê qût û erzaqî radibe.”
“Hevîr radibe.”
“Dilê min bi vê şorbeyê radibe.”
“Gel dijî hikûmetê rabûye.”
“Kîrê wî rabû.”
“Li ber destê hosteyek hêja rabûme.”
“Vê spêdeyê ez seet 8 rabûm.”
“Tê bawerkirin ku Roja Qiyametê hemî mirî dê rabin.”
“Mamosta Ahmed yê rabûyî, û mamosta Azad li şûna wî dest bi kar bûye.”
“Hemdê Xwedê re şikûr, tengasî kişand û rabû ser xwe."”

CEFR level

B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
See all B1 Kurdî words →

See also

Learn this word in context

See rabûn used in real conversations inside our free language course.

Start Free Course

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free