Meaning of helîse | Babel Free
hɛliːˈsɛDefinitions
- Xurekeke ku dan û goştva tê çêkirin. Çêkirina wê pêşiyê sîtilek tijî av; danê kutayî, xwê û hêteke pez an jî goştê bi hestî davêjin hindirê sîtilê, ev bi saetan tê kelandin û tevdan, heta ku goşt û dan dihele. Keşkek û helîse heman tişt e lê helîse zêdetir tê kelandin û tevdan heta ku xurek wek ku bihele.Xurek piştî ku amade bû tê hildan hindirê tebaşqeyekê û rûnê mala tê li ser kirin û xwarin.
- tiştê ku hatiye guherandin û wergeriyaye hêvîrê wî tiştî
Examples
“Pîrejinê dît ku qewî helîseke qenc çêkirîye û difroşe.”
“Li gundên Korkuta navçeya Mûşê her sal di Eyda Qurbanê da "helîse" tê çêkirin û didin mêvanên ji bona pîrozkirina eydê tên. Li gundên beldeya Altinovayê ji berê da "helîse" tê çêkirin. Helîse bi genim û goştê bêhestî tê çêkirin û rûnê mala li serê dikin.Cevdet Yonerê mele diyar kir ji berê da li gundan ji bona eydê helîse tê çêkirin û wiha got: "Piştî nimêja eydê helîse didin mêvanan. Helîseya di tendûrê de tê pehtin ji dîzkan derdixin û dikin firaqan. Peyra rûnê mala yê sorkirî li serê dikin. Helîse taybetî ji bona eydê tê çêkirin. Ji bav û kalên berê da ev xwarin tê çêkirin."”
CEFR level
B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free