HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya zirnazîq | Babel Free

Navdêr CEFR B2

Pênase

qirnaqoz, çîrneçov, helezek, denglekişo, qaqleqûz, zîqûzelaq, zîqûzir, sîqûsir, darînqoz, qirqosan, cînceq, memeqîz, hindirhop, silimsîq, terazûmîzan, hildilhok, hêlanok, hêlhêlanê, tiringûzan, darek dirêj e ku du kes her yek li serekî siwar dibe û geh yek bilind dibe û yê din nizm û geh jî berevajî

Mînak

“Ferîdê hecî Casim heta ku xwendegeha navîn dixwend bi giyanî xwe li tirkî girêdida, salên wî yên li Diyarbekirê jî wisa derbas bûn. Demek di pey çûyîna zanîngehê (li metropolê) me bihîst ku Ferîd abê 180 dece vegeriyaye, bi temamî xwe li kurdî girêdaye û bi ser de devkî, nivîskî, govendkî di vê têkoşînê de bêwestan havilkar e. Lê çi heye gava di westana havînan de tê seredana mala bavê xwe, wek ku li aliyek zirnazîqê (tirki; tahteravallı, îngîlîzî; seesaw) siwarbûbe geh radibe jorê geh dadikeve jêrê. Bêguman jor rêngdêriya “türk aydını” û jêr jî damarê kurdewarî, an jî bi gotinek dinê hê bi temamî “nekarîna tirk bûyînê” ye. Di vê ya dawiyê de jî bersîva wî tim di berîkê de amade ye: “Kürdüm amma ilkel kürt değilim” (kurd im, lê ne yê hovî me).”

Asta CEFR

B2
Navîna jorîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
See all B2 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de zirnazîq bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free