HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya vekirî | Babel Free

Rengdêr CEFR B1

Pênase

  1. Negirtî, neqepat.
  2. Neqilfkirî.
  3. Negirêdayî.
  4. Bêasteng.
  5. Nepêçayî.
  6. Ne nixamtî, ne niximandî.
  7. eşkere, xuya, diyar, zelal
  8. Neveşartî.
  9. Ya / yê xizmetê dike.
  10. Tişta/ê her kes dikare beşdar bibe.
  11. Amade bo wergirtina tiştekî yan pêşwazîkirina li tiştekî.
  12. betal, nedagirtî.
  13. berdayî, netemirandî, nevemirandî
  14. Tişta biryar hê li ser nehatiye dan.
  15. hişyar, miqate.
  16. Tişta demanehatiye diyarkirin.
  17. Merd, kesa/ê bi dilxweşî ji malê xwe dide xelkê.
  18. Bêmij.
  19. Tîpên ango pîtên bi lêvan tên gotin.
  20. (dengnasî yan rêziman) Kîteyên li dawiya wan tîpek dengdar heye.
  21. Bêyî ti niqteyên dawîn.

Mînak

“Kêm dikan rojên cejnan vekirî ne.”
“Civîn ji çapemeniyê re ne vekirî bû.”
“Kovara me herdem ji pêşniyaz û rexneyên xwendevanan re vekirî ye.”
“Cihê serokwezîrê mirî hê vekirî ye.”
“Mîkrofon vekirî ye.”
“Pirsa Kerkûkê hê vekirî maye.”
Bila çav û guhên xwe vekirî bin!”
“Bilêtên vekirî.”

Asta CEFR

B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
See all B1 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de vekirî bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free