Wateya tifik | Babel Free
Pênase
Ocaxeke ji axê tê çêkirin e. Pêşiya wê vekirî ye û sê aliyê wê girtî ne. Mirov beroş an firaxek din ya mezin ku ji bo xwarin pijandinê tê bi kar anîn datîne ser.
Mînak
“Welehî jina te kevaniyek hêja ye, şîva me li ser tifikê çêdike. Ji wexta ku em çûne bajar û pêve ez bi hesreta xwarinekê me ku li ser agirê tifikê hatiye çêkirin.”
“Gava ku di dêrî re derbasî hundir bûbû, dîtibû ku xaltîka wî, Siltanê li ber tifikê ye, kitana wê xwe bera ser kirasê wê yê spî û gulgulî daye.”
“Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin.”
“şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe ”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêje Kebaniya li ber tifikê û memika xwe ya çepê dixe devê Karikekê.”
Asta CEFR
B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free