HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya roşinbîr | Babel Free

Navdêr CEFR B2
roːʃɪnˈbiːɾ

Pênase

Kesê di biwarê çand û civakê de jîr û zana û têgihiştî (bi taybetî kesên ku bi suhbetan yan bi berhemên xwe yên nivîskî beşdarî gotûbêjên li ser mijarên çandî û civakî dibin û bi argumentên zanistî boçûnên xwe pêşkêş dikin)

Mînak

“Ev peyva ku di zimanê rojavayîyan de wekî “entellektuel”, di tirkî de “aydın”, di erebî de “munewwer” û di farisî de jî wekî “rovşenfikr” tê şuxulandin, kurmancên me yên Bakur û Başûrê Piçûk bi piranî vê peyvê wekî “rewşenbîr” dişuxulînin. Hindek kes jî, carînan, wekî “ronakbîr” dişuxulînin. Kurdên Soran û Behdînanê, kurdên Kurdistana Rojhelatê jî wekî “roşinbîr” dişuxulînin. Kirmanc, ango kurdên zaza jî, vê peyvê wekî “roşinvîr” dişuxulînin. Ez nizanim, gelo di hewramî û lûrî de çi dibêjin?”
Her çiqas Ahmed Ozcan, pêvajoya guherîna Kemal Fewzî hewaleyê demeke nedîyar bike jî, em dikarin sedemên esasî yên guherîna wî ya ji aliyê fikr û ramanê ve wisa diyar bikin: Beşdarbûn û pratîka wî ya di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, xwendekarî û zîrekiya wî û piştî teqawutbûna mecburî pêkanîna têkiliyên germ û nêzîk ên bi xwendekar, roşinbîr û rêxistinên kurd ên li Stenbolê re.”

Asta CEFR

B2
Navîna jorîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
See all B2 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de roşinbîr bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free