Wateya navteng | Babel Free
nɑːvˈtɛnɡPênase
Newq, kemax, noq, beşa leşî ya kemera pantolonî dikeve ser, navbera zikî û lingan yan piştê û lingan.
Mînak
“Navtenga wê zirav e.”
“Hilma cilên şil û hilma çaya kelandî, ku ji wan qedehên navzirav, ên mîna navtenga Huznayê, ku di qurtekê de vala dibûn û dûyê wan cixareyan ku ji titûna Hesîgê dihat pêçan, di bin maxan de mijeke tenîk belav dikir.”
“Gava ku hatin ber dêrî ferîştehê alîgirê mezin got, "ka deriyê Kurdan veke." Dergevan li ser vê fermanê dest avête toqa navtenga xwe vekir, tijî mifte bi zincirekê ve derbas kiribûn.”
“...şalê wî bi lingên wî dadileqiya û ji bo ku erdê re devdelingên wî hatibûn qulupandin, navtenga çakêtê wî digihişt jêra kulêmekên wî û berstûka wî heta serçengên wî dihat. Belkî gotinekê ecêb be, lê vî lîbasê qirdikî qet kenê min nedianî.”
Asta CEFR
B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free