Wateya mala te ava | Babel Free
Pênase
spas, memnûn, teşekur, şikir, Xwedê ji te razî be, Xwedê xêra te binivîse, Xwedê te bihêle, sihetxweş, destxweş, peyvek şîrîn kesek ji ber qenciya kesek din dibêje
Mînak
“Spas û Mala te ava Şivan Perwer! Rehma Rebbil-Alemîn li te be û dengê te yê zêrîn her li dinê be! Sedema vê karesata ku bi ser min de hat, peydakirina kaseta te û ev kilama jorîn bû. Mala te ava, ji ber tu bûyî sedem ku ez bi ser xwe ve hatim. Min qalikên xwe yên gemar bi saya serê te şikandibûn. Êdî min ji ziman, cil û berg û sola piyê dayîka xwa Fatîmeyê şerm ne dikir. Ji wê rojê ta îro min deng û awaza te ya zêrîn ji guhên xwe, kaset û sêlik (CD) ên te jî ji çentezenda xwe kêm nekirin. Soz ezê kêm jî nekim.”
Asta CEFR
C1
Pêşketî
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR C1 ye — asta pêşketî.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR C1 ye — asta pêşketî.
Herwiha binêre
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free