kamerayên çavdêriyê
Pênase
Mînak
“Bêtirî salekê ye Rêveberiya Trafîkê bo girtina rê li ber ajotina xurt li kolanan kamerayên çavdêriyê daniye, lê dixuye buhayê cezaya wî kesê ku dikeve dava van kamerayan bandorê li ser kêmkirina qezayên trafîkê nake, lewma Rêveberiya Giştî ya Trafîkê biryara zêdekirina cezayê da. Rêveberê Trafîka Hewlêrê Komîser Pola Faruq ragihand: “Mehane 12 hezar binpêkirinên lezgîniyê ji aliyê kamerayên kontrolkirina lezgîniyê tên tomarkirin. Berê cezayê lezgîniyê 30 hezar dînar bû, lê vêga ji 60 hezar dînaran destpê dike heya digihe 200 hezar dînaran.” Lê ajovan van kamerayan weke tiştekî rotînî fam dikin û bi baweriya wan tenê bo tirsandina ajovanan e. Azad Ebûbekir (32) şofêrê otomobîleke corê Nisan a li Hewlêrê, dibêje: “Piraniya qezayên trafîkê di encama xurtbûnê de çêdibin, lê ti rola van kamerayên çavdêriyê tune, ji ber heya niha me nedîtiye ti kes li ser kamera hatibe texrîmkirin.””
Asta CEFR
B2
Navîna jorîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B2 ye — asta navîna jorîn.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free