HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Vegere lêgerînê

Wateya dewixîn | Babel Free

Lêker CEFR B1

Pênase

  1. taqet û bê hal ketin, bê taqet bûn, gelekî betilîn, ji hevdû ketin, ji hal de ketin
  2. Bi taybetî ji sedemê kalbûn yan pîrbûnê yanî bi mezinbûna temenê mirovan ve jar bûna hiş û zîrektiyê; ji ber mezinbûna temenê mirov wendabûn yan jî qelsbûnek zêde ji fonksîyonên hiş û mejî. Bi taybetî li gel peyva "serî" tê bikaranîn.
  3. Wexta ku tiştek piştî derbekî bipelixe û ziyanê jê bibîne. Her wiha ji bo teneke û alavên ku hesinên derdora wan ber bi hundir ve diçewise tê gotin.

Mînak

“Mine heq û hed di pirsan de nedît, ne mecbûr bûm guhê xwe bel bikim û bi serekî dewixî debar bikim li ber eletewşiyeke di vê berbanga ku ruh, beden û mêjiyê min kerixîye de.”
“Li metrepolê ku hewa wî di nav saetekê de, car caranguhertin; carcaran bayekî hênik ji aliyê Bosforê tê û kincên mirov ên ku ji xwêdanê şil bûne, bi laşê mirov ê dewixî ve dizeliqîne…di demê weha de, xwarinên herî xweş bêtam dibin gelek caran li restaurantên elît û naskirî; tenê mirov dixwaze xwe bera nav aveke sar bide, xwe bispêre siya çinareke kevnar û gotinene nazik û birehm.”
“Olîgarşiya înkarker xwe li ser tinebûna ê din diafirîne. Bêguman tinebûna vî mejî û zêhniyeta dewixî jî bi dawîhatina înkarê dibe. Nexweşiya wê û bêzariya wê jî bi vê dibe. Mîna bawiyekî ye. Sura bayê jî rabe arsimî dibe û bi tebekê dikeve. Xwe ranagire û beqa nake. Yanî bi kurt û kurmancî nexweş e.”
“Kalkan ev nêzîkatiyên Erdogan weke 'mejiyê kesekî dewixî' bi nav kir û gotinên Başbûg jî nirxandin.”
“Tenekê rûn yê ku Qado ji Elajgirê stendibû, bi herdu aliyên xwe ve mîna serê Qado bi xwe dewixî bûn.”

Asta CEFR

B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
See all B1 Kurdî words →

Herwiha binêre

Vê peyvê di nav rewşê de fêr bibe

Di nav axaftinên rastîn ên qursa me ya zimên a belaş de dewixîn bi kar tê bîne bibîne.

Qursa Belaş Dest Pê Bike

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free