Wateya dîskûr | Babel Free
Pênase
Hevwate
Mînak
“Warê romanekê girîng e, ji ber ku warek bi qasî ku bandorê li ziman û şêwaza nivîskêr bike xurt e. Her war li gorî atmosfera xwe xwedî termînolojî û ferhengekê ye; her war li gorî naverok û teşeya xwe xwedî ziman û şêwazekê ye; carinan dîskûr û diyalogên warekî, ji bo warekî din dikare xav, sixte, bêxwîn û kêmbawer be. Ew jî wiha ye, heger diyalogên romanekê li warê parlamentoyekê derbas bibe, ziman û şêwaza nivîskêr jî li gorî wî warî diguhere; sar dibe, fermî dibe û polîtîk dibe. Heger îcar warê berhemê ne parlamento lê dikan an jî tamîrxaneyek be ziman rojane, germ, bi argo û bi sixêf dibe. Lê heger warê romanê ne dikan lê bibe mizgeftek îcar ziman û şêwaza nivîskêr dîsa tê guhertin argo, sixêf û peyvên beradayî ji holê radibin û termînolojiya teolojîk dikeve dewrê û dua, selewat û gotinên mîstîk zorê didin nivîskarê xwe.”
Asta CEFR
B1
Navîn
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Ev peyv beşek ji ferhengoka CEFR B1 ye — asta navîn.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free