HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Back to search

Meaning of reşreşk | Babel Free

Noun CEFR B1

Definitions

Riwekek xwerbar ya ji binemala giyaziravan e û bi dirûvê xwe mîna sibitê (tere) ye.

Examples

“Reşreşk hêşînhatek (nebatek ) ji malbata giyaziviran (kulîlka dawetê ) tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane li gor cûre 20 – 80 cm bilind dibe û gelek çiq jê diçin. Belgên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û dişibehin yên sibitê (tere ). Kulîlkên wê spî, peyazîyane yan jî binevşî ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêqîya wê wek qapsûlek gurover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û dişibe ya xaşxaşê . Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û reş heye. Ji wî bizrî re "reşreşk" (an jî kuncîyên reş) tê gotin. Gelek cûreyên reşreşkan hene. Lê yên herî navdar misrî, şamî, afrîqî û yên kûvî ne (çolî-bejî). Têdahîyên wan hema-hema wek hev in. Tiştên wan yên ji hev cuda rengê kulîlkan û bilindahîya bejna wan e. Ji reşreşkê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanaîya dermanan de tê bikaranîn. Herweha wek biharat ji bo çêjin û tamxweşkirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê reşandin. Bi Almanî navê wê “ Schwarkûmmel, bi Tirkî jî "Çorekotu" ye.”

CEFR level

B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.

See also

Learn this word in context

See reşreşk used in real conversations inside our free language course.

Start Free Course

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free