HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Back to search

Meaning of pêwend | Babel Free

Noun CEFR B1
peːˈwɛnd

Definitions

  1. Şert û merc an jî rewşa ku tê de tiştek çêdibe an diqewime ku alîkariya ravekirina rewşê dike.
  2. Beşên vegêranekê ku peyv an jî metinekê radipêçin û wateya wê şirove û eşkere dike ango teksta ku gotinek tê de heye û bi xêra hemû tekstê wateya wê gotinê baştir diyar dibe; peywend, kontekst.
  3. girêdan, bestîn, gehînek, têkilî, pêbend, pabend
  4. gihanek, peyva ku riste an jî tevokan bi hev re girê dide an jî di heman tevokê de hemahengiya peyvan durist dike.
  5. Bendikê kurt ê ku ji kindir hatiye çêkirin.

Examples

“Toponomî qadeke zanistî ye ku xebatên li ser navên erdnîgarî di nav xwe de dihewîne. Ji aliyê bikaranîna wê ya nûjen û sepandina wê ya navên erdnîgarî ve, toponomî babetên balkêş ên wekî ziman, erdnîgarî û nasnameyê digire nav xwe û hemûyan li gorî pêwenda dîrokî, çandî û polîtîk ya dinyaya modern bi cih dike.”
“Huccac sifet bibînin ihram Pêwend bike pêk ve bisk û xalê Şîraze ke mushefa cemalê”
“Peywend çi ye? Peywend kembera têkiliyan e ku rewş û ramanan radipêçe, li ser wate û qîmeta wan tesîrekî çêdike. Dema em dest bi xeberdanê bikin, peywend pûsileya me ya axaftinê ye. Ji bo berhemekê iskelet e.”
“Kan qewl û qerar û ‘ehd û pêwend Peyman û qesem, yemîn û sewgend?”
“... Derheq ‘esmana da: Bê girêdan tertîbek da bilindî û nivzî ya wê û kelşên wê dan hev û li nav beyna her yêkî û cûta wê da pêwend (girêdan) çêkir, û zehmetê bilind bîna bo ‘esmana û jûrde hatinê – ji bona melaîketan ku fermanên wî tînin xarê û ‘emel û kirya-rên benda dibin jorê – rihet û sehl kir...”
“Pêwend peyvin du peyva, du grêya (phrase), du hevokên sade, du hevok ên awête (complex), an pitir(bêtir) pêkve (biyekve) girê didin”
“Me dî ji wê koma bêjimar xortekî ciwan li hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîretşînas; "Mihemedê kurê Seîdê Deqorî" derket. Peywend û zincîrê jîne qetandin, weke şêrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kiirangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihîşt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der.”

CEFR level

B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
See all B1 Kurdî words →

See also

Learn this word in context

See pêwend used in real conversations inside our free language course.

Start Free Course

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free