HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Back to search

Meaning of navsere | Babel Free

Adjective CEFR B1

Definitions

Kesa/ê ku êdî ne genc e lê hê pîr jî nebûye; teqrîben kesên 30- ta 50/60-salî.

Examples

“Karwanê me ji pênc hesp û panzdeh deveyan pêk dihat. Em daketin beriyê û me berê xwe da binxetê. Bi ser riya Şamê re, em çûn Beytullahê. Ez çi serê we biêşînim, ji efendimê xwe re bêjim, piştî me wezîfa xwe bicîh anî, ferz û sunnetên xwe kirin, em çûn cîhê Şeytanê lanetî. Me xîçik û kevir ji erdê civandin û avêtin wê koncala ku Şeytan tê de ye. Jinikek navsere ku li rex min bû, bi hêrs û tund kevir dicivandin, eniya xwe diqermiçand, awirên xwe tûj dikirin û digot: “Lanet li te be, tufû Şeytanê kor! Ha ji te re, geber bibe!”. Wilo dixuya ku, wê gelek derd û kul ji Şeytan dîtibûn. Wê kêliyê, rahişt kevirekî mezin ku bi qasî kulmekê bû, bilind kir, lê destê wê li hewa ma. Jinika li kêleka wê nehişt, bi milê wê girt û got: “Kembiyê, kurbiyê, wî kevirê mezin navêje Şeytên, tu jî mîna herkesî xîçikan biavêje, tu dê niha wî hêrs bikî, roja qiyametê, ger Şeytan û Xwedê li hev werin, welleh wê derpiyê te ji hev zîval-zîvalî bike, kesek nizane dê çi bîne serê te”!”

CEFR level

B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
See all B1 Kurdî words →

See also

Learn this word in context

See navsere used in real conversations inside our free language course.

Start Free Course

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free