HomeServicesBlogDictionariesContactSpanish Course
← Back to search

Meaning of greyfûrt | Babel Free

Noun CEFR B2

Definitions

  1. sindî, lîmona bihiştê, pistanbûk, greyp, narinciyeke wek pirteqalan e lê goştê wê sor û tehltir e
  2. dara ku ew mêwe pê ve şên dibe

Equivalents

English Grapefruit

Examples

“Greyfûrt riwakek daran e, ji malbata narinciyan e. Fêqîyek tama wê tahlemiz e. Dara wê 6-15 metro bilind dibe. Belgên wê keskê tarî, biriqok, kevilane, mezinahîya belgan bi qasî 15 cm hêkane û naweşin. Kulîlkên wê wek hûşîyan spî û bi hev re ne. Di nava kulîlkê de navikek û tozdanka dolkirinê heye. Ji wê kulîlkê fêqîyek ji pirteqalan mezintir, serûbinê wê hinekî dewisandî (pahn) û qaşilzirav, têravî û têrgoşt çêdibe. Aha ji wê fêqîyê re greyfûrt tê gotin. Rengê wan spîyane, peyazî an jî sorane ne. Her weha rengê goştê fêqî ji wisa nin. Bixwe rengê goştê wê dide qaşil. Du cûreyên wê hene, yên bi sîsik û yên bê sîsik. Lê yên herî bi qîmet yên goştsor in. Bi piranîya zimanên din jî ew nav lê tê kirin (bê guman navên wê yên şibandî jî hene, wek memikên keçan, fêqîya biheştê, pirteqala tahl û hwd.) Fêqîyek gellek faydedar e, lê nabit bi dermanan re bê xwarin ( ji ber ku bandora dermanan zêde bilind dike, dibe sedema (mirin jî têde) xisardayînên mezin.”

CEFR level

B2
Upper Intermediate
This word is part of the CEFR B2 vocabulary — upper intermediate level.
See all B2 Kurdî words →

See also

Learn this word in context

See greyfûrt used in real conversations inside our free language course.

Start Free Course

Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free