Meaning of dewixîn | Babel Free
Definitions
- Bê taqet û bê hal ketin, bê taqet bûn, gelekî betilîn, ji hevdû ketin, ji hal de ketin
- Bi taybetî ji sedemê kalbûn yan pîrbûnê yanî bi mezinbûna temenê mirovan ve jar bûna hiş û zîrektiyê; ji ber mezinbûna temenê mirov wendabûn yan jî qelsbûnek zêde ji fonksîyonên hiş û mejî. Bi taybetî li gel peyva "serî" tê bikaranîn.
- Wexta ku tiştek piştî derbekî bipelixe û ziyanê jê bibîne. Her wiha ji bo teneke û alavên ku hesinên derdora wan ber bi hundir ve diçewise tê gotin.
Examples
“Mine heq û hed di pirsan de nedît, ne mecbûr bûm guhê xwe bel bikim û bi serekî dewixî debar bikim li ber eletewşiyeke di vê berbanga ku ruh, beden û mêjiyê min kerixîye de.”
“Li metrepolê ku hewa wî di nav saetekê de, car caran tê guhertin; carcaran bayekî hênik ji aliyê Bosforê tê û kincên mirov ên ku ji xwêdanê şil bûne, bi laşê mirov ê dewixî ve dizeliqîne di demê weha de, xwarinên herî xweş bêtam dibin gelek caran li restaurantên elît û naskirî; tenê mirov dixwaze xwe bera nav aveke sar bide, xwe bispêre siya çinareke kevnar û gotinene nazik û birehm.”
“Olîgarşiya înkarker xwe li ser tinebûna ê din diafirîne. Bêguman tinebûna vî mejî û zêhniyeta dewixî jî bi dawîhatina înkarê dibe. Nexweşiya wê û bêzariya wê jî bi vê dibe. Mîna bawiyekî ye. Sura bayê jî rabe arsimî dibe û bi tebekê dikeve. Xwe ranagire û beqa nake. Yanî bi kurt û kurmancî nexweş e.”
“Kalkan ev nêzîkatiyên Erdogan weke 'mejiyê kesekî dewixî' bi nav kir û gotinên Başbûg jî nirxandin.”
“Tenekê rûn yê ku Qado ji Elajgirê stendibû, bi herdu aliyên xwe ve mîna serê Qado bi xwe dewixî bûn.”
CEFR level
B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free