Meaning of boçik | Babel Free
boːˈt͡ʃɪkDefinitions
- Dava heywanan a bi derqûnê ve.
- Hestiyê li dawiya movikê.
- Beşeke riwekan a tenik ku kulîlk an fêkiyê bi şaxê ve girêdide.
- Cigareya ku hatiye kişandin.
Examples
“Ker boçika xwe dihejîne û mêşan pê vedirevîne.”
“Bi boçika kerê de tenekeyek bi benekî hatibû girêdan.”
“Wextê mêrik kevçîkî diduya lê dixe, boçika masiyan tê xuyanê.”
“Heywanikê carina boçika xwe hêl dikir û li qûna xwe dixist da ku mêş û mozan ji xwe biqewitîne.”
“Marîpişta mirovan ji 24 parçe hestîyan pêk hatiye. 7 ji wana li berê marîpişta histti, 12 li marîpişta sîng, 5 li marîpişta navpiştê, 5 li marîpişta runiştekê û 3-5 marîpişta boçikê hatine avakirin.”
“Tiştê baş serê min li erdê neket û neşikiya, lê ji ber ku ez pir xerab ketim, ez boçikî bûm. Do ez bi kûtanî çûm Newrozê. Li ser kursiya hişk, bi saetan rûniştan jî pir zor bû. Lê kêfxweşiya temaşekirina govenda kurdan ya bi sedan kesî, pir hindik êşa boçikê bi min dida jibîrkirin.”
“Remezan bi boçika hêjîra zipîzer î girover û mezin girtibû, pêşî li xweşikbûna wê nihêrîbû bi dû re jî bi derbekê re heta boçikê xistibû devê xwe, xwaribû.”
“Tê gotin ku li temamê Portekîzê di her deqîqeyek de 7 hezar boçikên cixareyê diavêjin erdê.”
“Cotkarê bi navê Heme Mûstleg jî dibêje, "Bi xwedê em ji agir ditirsin, rêyeke sereke belkî kesek bi enqest yan ne enqset boçika çixara xwe bavêje û agir pêkeve, gelek kes deyindar in û çavê wan li vî mûsimî ye.(...)"”
“Di rewşên weha de di navbera hebûn û nebûnê de meriv xwe bêqîmet dihesibîne mîna boçika cixareyê.”
CEFR level
B1
Intermediate
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
This word is part of the CEFR B1 vocabulary — intermediate level.
Know this word better than we do? Language is a living thing — help us keep it growing. Collaborate with Babel Free